TR KU SO
FB X
Cîhan

JP: Milîsên Îranê û Hizbûllah ji hejmarek baregehên Sûriyê vekisiyan

Admin H
Nivîskar
📅 18 îlon 2022 14:03

PeyamaKurd - Rojnameya Îsraîlî Jeruselam Postê di raporeke xwe de ragihand ku komên milîsên Îranê ji hejmarek baregehên xwe yên li Sûriyê vekişiyane.

Li gorî nûçeya ku JP dispêre çavkaniyên leşkerî yên îsraîlî, milîsên Îran piştevaniya wan dike û Hizbullah ji hin baregehên li Sûriyê bi awayekî qismî vekişiyan.

Hat diyarkirin ku vekişîna wan komên milîs piştî zêdebûna êrîşên asmanî yên Îsraîlê pêk hatiye ku ji aliyekî ve jî Rûsyayê daxwaza vekişînê ji hin baregehan li Îranê kiribû û xwestibû, baregehên hêzên milîs li nêzîkî baregehên rûsî yên li Sûriyê nemînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di demên dawî de êrîşên asmanî yên Îsraîlê li dijî komên milîsên îranî yên li Sûriyê zêde bûne û balafirên Îsraîlê baregeh û depoyên çekan ên wan koman kiribûn armanc.

Parve bike: