Kaja Kallas: Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hewl dide Ewropayê parçe bike
PeyamaKurd - Nûnera Bilind a Yekîtiya Ewropayê (YE) ya ji bo Karûbarên Derve Kaja Kallasê di hevpeyvîneke de ya bi rojnameya Financial Times re hişyariyên tund dan û ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi awayekî eşkere “hewl dide Ewropayê parçe bike.”
“Rêveberiya Trump ji YEyê hez nake”
Kallasê destnîşan kir ku di serdema duyemîn a serokatiya Donald Trump de, siyaseta Washingtonê ya li hemberî Ewropayê guheriye. Kallasê got:
“Giring e ku her kes fêm bike ku xwesteka Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya parçekirina Ewropayê pir eşkere ye. Ew ji Yekîtiya Ewropayê hez nake.”
Li gorî Kallasê, nêzîkatiya rêveberiya Trump dişibe taktîkên ku reqîbên stratejîk ên blokê bi kar tînin.
Zextên bazirganî û gefa li ser NATOyê
Di nûçeyê de ku ji aliyê Reutersê ve hat ragihandin, hat bibîrxistin ku rêveberiya Trump vê hefteyê li dijî YE, Çîn, Hindistan û Japonyayê rêze-lêpirsînên bazirganî daye destpêkirin. Ev lêpirsîn dibe ku vê havînê bibin sedema sepandina bacên nû yên gumrikê. Her wiha, îdiayên Trump ên derbarê tevlîkirina Gronlandê wekî herêmeke Amerîkayê, wekî gefek li ser hebûna NATOyê têne nirxandin.
Banga li Yekîtiya Ewropî
Kaja Kallasê bang li welatên endamên Yekîtiya Ewropayê kir ku li dijî zextên Amerîkayê bi hev re tevbigerin. Kallasê got:
Divê welatên YEyê bi awayekî kolektîf bi Trump re danûstandinan bikin, ne bi awayekî dualî (yek bi yek). Ji ber ku dema em bi hev re ne, em wekhev û hêzdar in.”
Tevî rexneyên li ser bazirganiyê, Kallasê li ser mijara parastinê rastiyek tal anî ziman. Wê diyar kir ku Ewropa hîn jî muhtacî çekên Amerîkayê ye:
YE divê ji Amerîkayê çekan bikire ji ber ku em ne xwediyê hebûn, çavkanî an jî şiyanên pêwîst in.”
Kallasê di dawiyê de tekez kir ku divê Ewropa êdî zêdetir veberhênanê li pîşesaziya xwe ya parastinê bike da ku ev girêdayîbûn kêm bibe.