Cîhan
Kalibaf: Tercîha me zimanê dîplomasiyêye lê em zimanên din xweştir diaxifin
PeyamaKurd – Serokê meclisa Îranê Muhammed Baqir Kalibaf ragihand ku Îran dîplomasiyê tercih dike lê zimanên dinan baştir û xweştir diaxifin. Kalişbaf di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de li ser arîşeya navbera Îran û DYAyê weha got:
“Tercîha me zimanê dîplomasiyêye lê em zimanên din xweştir diaxifin. Eger hun soza xwe xerab bikin, em ê jî zimanê ku xweştir diaxifin bikarbînin. Wê wextê hun ê jî bi wan encamên ku we afirandiye re, rû bi rû bimînin.”