TR KU SO
FB X
Cîhan

Kameramanê Rûs li Iraqê hat kustin

Admin M
Nivîskar
📅 12 rêbendan 2020 01:52

PeyamaKurd- Li gor ragihandina ajansên Rûsyayê yên bi navên Sputnik û Russia Todayê, kameramanê ku di Ruptly ê de dixebitî li Iraqê hat kuştin. Rêvebira weşanê ya giştî ya Sputnik û Russia Today (RT) yê Margarita Simonyan, di mijarê de li ser hesabê xwe yê Telegramê weha ragihand:

“Li Iraqê kesên nasnameya wan nediyar operatorê me yê bi navê Saaf Ghali kuştin. Saaf di herêmê de bi awayeka aktîv dîmenan bo ajansa me ya bi navê Ruptly ê qeyd kiribû. Bo malbata wî ji destê me çi were em ê bikin.”

Parve bike: