TR KU SO
FB X
Cîhan

Kanadayê 11 sazîyên Îranî ji nû ve xist lîsteya cezayan

Admin H
Nivîskar
📅 10 mijdar 2026 18:30

PeyamaKurd - Hikûmeta Kanadayê biryar da ku 11 saziyên Îranê yên ku di sala 2016an de ji lîsteya cezayan hatibûn derxistin, careke din têxin nava lîsteya cezayan û bi vî rengî gihîştina Tehranê ya bi teknolojiyên hesas û çavkaniyên fînansekirinê re sînordar bikin.

Wezareta Derve ya Kanadayê di daxuyaniyekê de ragihand ku ev gav ji bo pêşîgirtina li pêşveçûna nukleerî ya Îranê hatiye avêtin û got: "Rêzikname, rê li ber kesên li Kanadayê û welatiyên Kanadayî yên li derveyî welat digire ku bi kes û saziyên di lîsteyê de re danûstandinên aborî an malî pêk bînin."

Di nava saziyên ku hatine cezakirin de şîrketên petrolê, tankerên neteweyî, bankayên mezin ên wekî Bankaya Mellat û Melli û saziyên bîmeyê jî cih digirin.

Parve bike: