TR KU SO
FB X
Cîhan

Kaptanê Flydubayê hûrgiliyên êrîşê ji Netanyahû re vegot

Admin H
Nivîskar
📅 04 cotmeh 2026 13:31

PeyamaKurd - Kaptanê balafira Flydubai Smith Matchhar, çîroka êrîşa ku ji aliyê alîkarê pîlot ve di nava kabîna balafirê de hatibû kirin, bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû re parve kir.

Netanyahû serdana kaptan li nexweşxaneyê kir û li gorî gotina kaptan, êrîşkar beriya êrîşê çûbû nimêjê û piştî 4-5 deqîqeyan ji paş ve bi tundî li serê wî xistiye.

Matchhar diyar kir ku di destpêkê de wî wisa daye ber çavê xwe ku tiştek bi balafirê hatiye, lê dema lêdan berdewam kiriye wî fêm kiriye ku êrîşek heye.

Kaptan got ku tevî kêmbûna dîtina xwe wî xwestiye deriyê kabînê veke, lê alîkarê pîlot derî girtibû û balafir kete nava lûfê.

Matchhar anî ziman ku piştî ku li erdê ketibû û dengê hewarê bihîstibû, bi hêza xwe ya mayî careke din xwe gihandiye derî û derî vekiriye, her wiha rêwiyên li derve jî xwe avêtine ser êrîşkar û kontrol girtine destê xwe.

Parve bike: