Cîhan
Karasu: HDPê têkosîneke bas nekir!
PeyamaKurd- Endamê Rêvebiriya KCKê Mustafa Karasu hinek rexne li HDPê kirin û got ku HDPê têkoşîna xwe baş nebirê sêrî.
Mustafa Karasu piştî Hilbijartina 24ê Hezîranê rexneyên xwe li HDPê kirin û got ku HDP baş li dijî zor û zextan nesekinî û têkoşîna lazim nekir.
Mustafa Karasu wiha berdewam kir: “Ji bo HDPê gelek rexneyên me hene. HDP li dijî zor û zextan nesekinî. Têkoşîneke dijwar neda. Di ziman û hişê HDPê de gelek kêmasî hene. Kurd ji HDPê nên naxwazin, Kurd ji HDPê dixwazin ku HDP li têkoşîna azadiya gelê xwe xwedî derkeve.