Cîhan
Karl Nehammer bû serokwezîrê Awûstûryayê
PeyamaKurd – Li Awûstûryayê piştî Alexander Schallenberg dev ji karê serokwezîrtiyê berda, Karl Nehammer bû serokê Partiya Gel û bi merasimekî fermî sond xwar û bû serokwezîr.
Li Awûstûryayê di nav salekî de ev 3 care ku serokwezîrê welat diguhire. Merasim li Koşka Hofburgê çêbû û Nehmmer sipasiya serokwezîrê berê kir û weha got:
“Hedefa yekem têkoşîna bi Kovid-19 ê re ye ji ber herkes jê endîşe dike, jê ditirse û divê em temamê tiştan li hemberê wê bikin.”