Cîhan
Kataib Seyyid'ul Suheda: Me êrîsên li dijî Îsraîlê rawestandin
PeyamaKurd – Ketaib Seyyid'ül Shuheda diyar kir ku ew ji ber sedemên cuda yên navxweyî û derve êrîşên xwe yên li dijî Îsraîlê rawestandine.
Berdevkê Ketaib Seyyidul Şuheda ya girêdayî Eniya Berxwedana Îslamî li Iraqê Kazim Fertûsî got ku baweriya wan bi yekitiya komên dijî Îsraîlê heye, lê ji ber sedemên cuda yên navxweyî û navneteweyî çalakiyên xwe yên li dijî Îsraîlê rawestandiye."
Fartûsî diyar kir ku tu têkiliya pirsgirêka Filistînê bi tifaqeke siyasî û leşkerî re nîne û da zanîn, "(Pirsgirêka Filistînê) ji bo me ewilî ye. Ev rewş bandorê li Kataib Seyyid'ul Şuheda jî dike. Di vê çarçoveyê de em ê çalakiyên xwe yên li dijî Îsraîlê rawestînin."