TR KU SO
FB X
Cîhan

Kazimî sedema dagirkeriya DAISê eskere kir

Admin H
Nivîskar
📅 10 hezîran 2020 22:12

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihand ku gendelî û rêveberiya xirab a welat bûye sedema dagirkeriya rêxistina terorîst a DAIŞê.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro Çarşemê di 6emîn salvegera dagirkirina Mûsilê ya ji aliyê DAIŞê ve serdana bajarê Mûsilê kir û li wir got, pêwîste rê neyê dayîn ku tişta li 2014an pêk hatiye careke din dubare bibe.

Serokwezîrê Iraqê diyar kir, gendelî û rêveberiya xirab a Iraqê bû sedemê dagirkeriya DAIŞê û ew karesat li ser welat de hatin.

10ê Hezîrana 2014an bi qasî 2 hezar çekdarên DAIŞê ji hêla Sûriyê ve ketin sînorê parêzgeha Nînowa û di çend rojan de artêşa Iraqê û hêzên çekdar ên Iraqê xwe paşve kişandin û nîvê axa Iraqê ji aliyê DAIŞê ve hat dagirkirin.

Parve bike: