TR KU SO
FB X
Cîhan

Kazimî: Serdana min a Amerîkayê serkeftî bû

Admin L
Nivîskar
📅 29 tîrmeh 2021 16:57

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê peyamek di derbarê serdana xwe ya Amerîkayê de belav kir. Kazimî serdana xwe serkeftî pênase kir û diyar kir, vedigere welatê xwe.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li ser twitterê da zanîn: ‘‘Serdana min a Amerîkayê serkeftî bû. Hin lihevtêgihiştinên aborî, siyasî û rewşenbîrî jî pêk hatin.’’

Kazimî eşkere kir: ‘‘Ji Washington a paytexta Amerîkayê bi rê ketiye û vedigere Bexda ya xoştivî.’’

Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir, di vê serdana xwe de karî pêwendiyên ewlehî yên Bexda û Washingtonê de guhertinê çêbike û hêzên şer ên Amerîkayê li Iraqê nemînin, tenê yên ku perwerde bikin bimînin.

Mistefa Kazimî amaje bi hewldanên xwe yên  bihêzkirina hemahengiya civakî û siyasî kir ku hemû hewldanên wî ji bo xizmetkirina gelê wî ye.

Parve bike: