TR KU SO
FB X
Cîhan

Kesê destdirêjiya zarokan bike dê were îdamkirin

📅 22 nîsan 2018 03:50

PeyamaKurd - Li gor zanyariyên berdest, Hikûmeta Hindistanê biryar da ku destdirêjiya zarokên ji 12 salî biçûktir wê bi idamê bên cezakirin. Qanûn wê di nav 6 mehan de bikeve faliyetê.

Rojnameya Hindistan Timesê ragihand ku kabîneya hikûmeta Hindistanê bi daxwaziya serokwezîr Narendra Modi tov bûne û di derbarê qanûneke nû di derbarê destdirêjiya zarokan de li hev kirine. Li gorî qanûna nû kesê destdirêjiya zarokên ji 12 salî biçûktir bike wê bi cezayê idamê bê darizandin.

Herwiha li gorî vê qanûnê destdirêjiya zarokên di navbera salên 12 û 16 de jî heta 20 salan cezayê hepsê heye. Destdirêjiya jinan jî wê bi 10 salan bê cezakirin. Qanûna nû wê di 6 mehan de bê pejirandin.

Parve bike: