TR KU SO
FB X
Cîhan

Kestiya ku 260 penaber tê de bûn li Derya Spî winda bû

Admin H
Nivîskar
📅 13 nîsan 2020 17:16

PeyamaKurd - Li beravên Maltayê, keştiyeke ku 260 penaber tê de bûn, winda bû û heta niha ti agahî  jê nayê standin.

Li gorî ragihandina Ajansa Frontexê, wê Yekîtiya Ewropa balafirekê ji bo lêgerîna windahiyan bişîne.

Berî niha jî hatibû ragihandin ku yek ji 4 keştiyan noq bûye, lê rayedar ji bo vê yekê neketine nava tevgerê.

Heta niha, rayedarên Malta û yekîneyên ewlekariya peravî yên Îtalyayê, ti agahî derbarê keştiyê de nedane.

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî li Îtalyayê ragihand, “Tirsa wan ew e ku keştî noqî avê bûbe û heta niha ti agahî ji rayedaran derneketiye.”

Parve bike: