TR KU SO
FB X
Cîhan

Kestiya Tirkiyê ji aliyê koçberan de hat revandin

Admin M
Nivîskar
📅 28 adar 2019 01:16

PeyamaKurd- Li gor çapemeniya Îtalyayê keştiya Tirkiyê ya ku ji Küçükyalı ya Tirkiyê diçû Trablûs a Lîbyayê, dît ku koçber nêzî peravên Lîbyayê di behrê de ne û wan ji fetisandina ava behrê rizgar kir. Li gor ragihandina wezîrê karên hundir yê Îtalyayê Metteo Salvini koçber nexwestin dagerin Lîbyayê û dest danîn ser keştiyê. Keştî bi xwe ya petrolê ye.

Li gor ajansa Îtalyayê ANSA yê di ser 100 î de koçber di keştiyê de hene. Li gor agahiyên rêvebirên Îtalyayê  koçber berê keştiyê dane girava Lampedusa ya ya Maltayê.

Parve bike: