TR KU SO
FB X
Cîhan

Kestiya USS Harry Truman ya balafiran bi kestiya barhilgir re li hev ket

Admin M
Nivîskar
📅 14 sibat 2025 02:59

PeyamaKurd – Keştiya balafiran ya bi navê USS Harry S. Truman li nêzî bajarê Port Said a Misrê, bi keştiya barhilgir ya bi navê Beşiktaş-M re li hev ket. Hat ragihandin ku keştî neketiye talûkê û avê nekişandiye. Di daxwuyaniya hêza deryayê de hat gotin:

“Li hev ketina keştiyan, keştiya Harry S. Truman neketiye talûkê û avê jî nekişandiye nav xwe. Sîstema ku keştiyê pêşde dehf dide, zerarê nediye, bi ewleye û saxlem e. Lêpirsîna bûyerê dewam dike.”

Keştiya USS Harry S. salekiye ku ji bo ewlehiya seyr û sefera keştiyên bazirganî yên li Derya Sor û Kendavê diparêze û perçeyekî ji misyona bergiriya herêmê ye.

Parve bike: