Cîhan
Kiliçdaroglu: CHP ji tezkereya serê derveyî sînor re dibêje ‘Belê’
PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Komariya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, îro li koma partiya xwe ya parlamentoyê ragihand ku ew dê ji tezkereya şerê derveyî sînor re ku îro di parlamentoyê de derbas dibe re bêjin, belê.
Kiliçdaroglu wiha got: “Tezkere îro li parlamenê tê guftûgokirin. Ji bo bêvila leşkerên li wê derê xwîn nebe, kezeba me bişewite jî emê bêjin belê.”
Serokê CHPê herwiha li dijî operasyona Sûriyê jî derket û wiha axivî:
“Di rojeva me hemûyan de mijara Sûriyê heye. Çirava Rojhilata Navîn heye. Ji roja destpêkê ve me got, nekevin nav çiravê. Heta ku pêkvejiyana aştiyane hebe, bi kîjan hincetan û gotinên xelkê em dikevin wan deran? Me Sûriye jî berdaye, em heta bi Misirê re jî pev diçin.”