Kiliçdaroglu: Herkes sîlihên xwe diceribîne
PeyamaKurd-Serokê partiya CHPê Kemal Kılıçdaroğlu ku partiya wî di parlementoya Tirkiyê de muxalefete, di civîna şaxa jinên CHPê de, li bajarê Antalya axaftinekî kir.
Kılıçdaroğlu di axaftina xwe de ragihand ku di dinyayê de sîlihên herî xurt û nû di Rojhilata Navîn de tên ceribandin û axafina xwe weha dewam kir: “Li ser jin, zarok û malbatan bombe dibarînin. Ne tenê jinên welatê me lê wê jinên hemû dinyayê, dinyayê ji nû de ava bikin. Di bin difna me de şerekî heye. Sîlihên herî xurt û nûdem li Rojhilata Navîn tên ceribandin. Li ser xelkê xwe naceribînin lê li ser xelkê welatên din diceribînin.”
Kılıçdaroğlu ragihand ku bi sed hezaran jinên ji Sûriyê niha li Tirkiyê ne. Van jinan êş û elemê dijîn. Lê dengê wan bi dilê wan li dinyayê belav nabe. Kılıçdaroğlu berê xwe da rêvebiriya Ankara û got:
“Di dema ku bombeyên nû tên ceribandin, begên ku Ankarayê birêve dibin, dibêjin; ‘baş bû ku bombe avêtin’. Di dilê van kesan de hezkirina mirovahiyê tine ye. Di wan de mirovahî tine ye.”