TR KU SO
FB X
Cîhan

Kirby: Ya ku dixwaze qirkirinê bike ne Îsraîl e, Hemas e!

Admin H
Nivîskar
📅 23 mijdar 2023 01:01

PeyamaKurd – Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Amerîkayê John Kirby li ser pirsa ku Îsraîl li Xezeyê êrîşên qirkirinê dike got, ti plan û niyeteke Îsraîlê ya qirkirinê tune ye.

John Kirby, bal kişand ser êrîşa 7ê Cotmehê ya Hemasê ku bi sedan sivîl hatin kuştin û diyar kir, ti nîyeteke Îsraîlê ya paqijiya etnîkê ya Filîstîniyan û Xezeyê tune ye, esil ya dixwaze qirkirinê bikin Hemas e.

Kirby got: “Îsraîl li hember qirkirin û terorê hewl dide xwe biparêze. Ev peyva qirkirinê ne di cî de tê bikaranîn. Ya ku Hemas bixwe dixwaze qirkirin e. Dixwazin nexşeya Îsraîlê ji holê rakin û ev gelek caran jî ji raya giştî re eşkere kirin.”

Parve bike: