TR KU SO
FB X
Cîhan

Kirêdar, mêr û jin yên xwediyê xanî kuşt

Admin M
Nivîskar
📅 10 îlon 2026 16:27

PeyamaKurd – Li bajarê Îstenbolê li navça Maltepe kirêdarê xanî li xwediyên xanî xist, jin û mêr bi hevre kuşt. Parêzerê xwediyên xanî jî birîndar kir.

Kirêdarê bi navê M.T. bi çekan ji nava avahiyê li der û dora xwe xist. Piştî demekî polîsên tîmên taybet êrîşker xistin binê çav.

Di êrîşa kirêdar Mehmet T. de, bi çekê li xwediyên xanî li Osman A. û jina wî Nursen A. xist û kuşt. Parêzerê wan yê bi navê Emir Ali S. jî giran birîndar kir.

Rûdan seet li dora 14.30an de li taxa Gülsuyu qewimî. Hat ragihandin ku sê qeydiyên sûc yên kirêdar M.T. hene.

Parve bike: