Kirgizîstan û Tacikîstanê, peymana astiyê destnîsan kir
PeyamaKurd- Piştî şerê çend rojan ku di navbera hêzên sînorî yên Tacikîstan û Kirgizîstanê de çêbû û di encamê de i herdu aliyan jî bi dehan leşker û welatî hatin kuştin, hat ragihandin ku peymana aştiyê hatiye destnîşankirin.
Di agahiya hat dayîn de hat diyarkirin ku Serokê Komîteya Dewletê ya Ewlehiya Neteweyî ya Kirgizîstanê Kamçibek Taşiyev û Serokê Komîteya Dewletê ya Ewlehiya Neteweyî ya Tacikîstanê Saymumin Yatimov, li Tacikîstanê hevdîtinek kiriye.
Hat ragihandin ku ji bo rewşa paşvekişîna hêzên leşkerî ya piştî agirbesta 16ê Îlonê saet di 16:00an de hatibû ragihandin bigihîje encam û aramiyê, protokola aştiyê hatiye destnîşankirin.
Di dewama hûrgiliyên hevdîtinê de hat ragihandin ku Taşiyev daye zanîn ku di encama hevdîtinan de 4 leşkerên ku ji aliyê Tacikîstanê ve dîl hatibûn girtin jî serbest hatine berdan û digel leşkerên din vegeriyane herêma Batkenê.