Koca: “Em di wexteka ji destpêkê zortir de ne”
PeyamaKurd- Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca piştî civîna heyeta pandemiyê ya zanistê derket pêşberê medyayê û agahiyan da. Koca got halê niha ji halê destpêkê zortire lê wê hevî werin cîh. Li gor rêjeyên WHO (Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê) yê kesên nexweş ketine, jimara wan ji 29 mîlyon û 500 hezarê derbas kiriye û li dora 1 mîlyon kes mirine.
Koca got ku mînak li gor Almanyayê halê Tirkiyê başe. Reşbîniya ji ber Kovid-19 ê demkiye. Divê xwe xurt bikin. Tîmên fîlyasyonê jimara wan gihaye 11 hezar û 238 tîman. Her roj li dora 100 hezar test tênkirin û yên testên wan posîtîv dertên tên dermankirin.
Li ser halê xebatkarên teduristiyê Koca got ku barê wan 4-5 car zêdetir bûye. Hema xwe bixin şuna wan. Aniya jiyanê nexwexane ne. Vîrus digihê gelek mirovan û her dewam dike. Eger mirov li hemberê herkesî, weka ku vîrus pêre heye tevbigere, dibe tedbîrekî baş.
Wezîr Koca behsa bernameya HES ê kir ku divê di telefona herkesê de hebe da karibe nexşeya Kovid-19 ê bişopîne û bizanibe bê kesên di karantînayê de ne, li pey biryaran diçin an na. Wezîr Koca rewşa rojane ya Kovid-19 ê weha ragihand:
8.855.180 test heya îro hatine kirin.
296.391 kes heya îro nexweş ketine.
7.249 nexweş heya niha wefat kirine.
%7.1 di nexweşan de zaturye heye.
1.351 nexweş halê an girane.
262.602 nexweş heya îro baş bûne.
112.645 test îro hatine kirin.
1.771 kes îro nexweş ketine.
63 nexweş îro mirine.
1.342 nexweş ûro baş bûne.