TR KU SO
FB X
Cîhan

Kolombiya | Rêxistina gerîla ELN dawî li serê çekdarî tîne

Admin H
Nivîskar
📅 06 tîrmeh 2023 00:06

PeyamaKurd – Rêxistina gerîlayan a bi navê Artêşa Niştimanî ya Rizgariyê (ELN) ku ji sala 1964an ve şerê çekdarî li dijî dewleta Kolombiyayê dimeşîne, piştî hevdîtinên lihevkirinê û agirbesta ku heta 3yê Tebaxê hatiye ragihandin, dawî li şerê çekdarî tîne.

ELNyê ragihandiye ku ew dê beriya agirbesta meha Tebaxê ji roja vê Pêncşemê ve dawiyê li şerê çekdarî bînin, lê heger êrîş li ser wan bên kirin jî ew dê bersivê bidin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, beriya biryara agirbestê 3 polîs ji aliyê ELNyê ve hatibûn kuştin û hêzên hikûmetê jî 6 endamên rêxistinê kuştibûn.

Tê çaverêkirdin danûstandinên aştiyê yên navbera hikûmeta Kolombiya û ELNyê piştî meha Tebaxê li Venezuelayê berdewam bikin.

Parve bike: