Cîhan
Komeleyên Kurdî yên Sovyeta berê civînekê li dar dixin
PeyamaKurd - Li Rûsya konferansa Federasyona Komeleyên Kurdî li welatên Sovyeta berê dest bi karên xwe dike.
Serokê Federasyona Komeleya Kurdên Sovyeta berê Profêsor Knyaz Îbrahîm ji Kurdistan 24 re ragihand, ku di konferansê de nûner û kesatiyên diyar yên Kurdên welatên Sovyeta berê û beşek ji welatên Ewropa, herwiha berpirs û çend kesatiyekî navdar ên her çar parçeyên Kurdistanê beşdar dibin.
Herwiha Knyaz Îbrahîm diyar kir, ku di Konferansê de dê danûstandin di derbarê yekgirtina rêxistinên Kurd li welatên Sovyeta berê di çarçoveya Federasyona Navdewletî ya Kurdên Sovyet de, pêk were.