TR KU SO
FB X
Cîhan

Komên çekdar ên Iraqê gef li Îsraîlê xwarin

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 01 tîrmeh 2024 17:50

PeyamaKurd - Eniya Berxwedana Iraqê ku yek ji komên çekdar ên Iraqê ye, bi daxuyaniyeke nivîskî gef li Îsraîlê xwar û got: "Eger Îsraîl, li dijî Lubnanê hêrişeke berfireh bike, em ê operasyonên xwe yên li dijî Îsraîlê bilez berfireh bikin."

Eniyê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Piştî gefên Îsraîl û Dewletên Yekbûyê yên Amerîkayê (DYA) yên li dijî Lubnanê şerekî berfireh bidin destpêkirinê em dibêjin; eger Îsraîl, li dijî Lubnanê hêrişeke berfireh bike, em ê bi lez û bez operasyonên xwe li dijî Îsraîlê berfireh bikin."

Di daxuyaniyê de armancên eniyê jî hatin destnîşankirin û hate gotin ku "Berjewendiyên DYA yên li Iraq û Rojhelata Navîn, wê ji bo berxwedêran bibe şêleke rewa. Ji bo komkujî û qirkirinên li Filistînê divê helwesteke tund hebe, ne ku bi pareyên nefta Iraqê piştgirî bidin alîgirên Îsraîlê."

Parve bike: