TR KU SO
FB X
Cîhan

Komîsera Bilind a NY: Tirkiye ji tawanên ser ên hatine kirin berpirsiyar e

Admin H
Nivîskar
📅 18 îlon 2020 23:40

PeyamaKurd - Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) piştî eşkerekirina rapora Komîsyona Lêkolînkirina Sûriyeyê ya Serbixwe derbarê tawanên komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve ragihand ku ew di çarçoveya tawanên şer de ne û Tirkiye ji vê berpirsyar e.

 Komîsera Bilind a Mafên Mirovan li Neteweyên Yekbûyî Michelle Bachelet li ser rapora NY ya binpêkirinên li Sûriyê li Ofîsa NY ya Cenevreyê daxuyanî da û got: “Li bakur-rojava û bakur-rojhilatê Sûriyê li cihên ku Tirkiye û komên çekdar lê ne, tundî û tawan pêk tên. Li seranserê Sûriyê binpêkirina mafên mirovan ên li dijî sivîlan û binpêkirina hiqûqa mirovî ya navneteweyî dewam dike. Buroya Mafên Mirovan a NY bi belge kir, ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li van herêman mirina mirovan zêde bûye.”

Bachelet diyar kir, komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve xelkê herêmê direvînin, îşkence dikin, mal, zevî û milkên gelê herêmê bi zorê desteser û talan dikin, ji herêmê tên derxistin û wiha pê de çû:

“Kiryarên li van herêman di çarçoveya tawanên şer de ne, Tirkiye ji van bûyeran berpirsyar e. Lewma em bang li Tirkiyê dikin ku têkildarî, tawanên ku me piştrast kirine bilez dest bi lêpirsîneke bêalî û serbixwe bike û berpirsyaran eşkere bike.”

Hêjayî bibîrxistinê ye di rapora Komîsyona Lêpirsîna Serbixwe ya Navnetewî ya NY 16ê Îlonê li gorî şerê navbera mehên Çile û Tîrmeha 2020an ê li Sûriyê, raporek amade kir û ragihand.

Komîsyona Lêpirsîna Sûriye ya Serbixwe ya NY rapora têkildarî Sûriye ya di navbara Çile-Hezîranê de hatibû amadekirin, 15ê Îlonê eşkere kir.

Di raporê de hatibû destnîşankirin ku êrîşên zayendî yên li ser jin û zarokan, tundiya li ser sivîlan, bi zorê desteser-kirina milkên wan her roja diçe zêdetir dibe.

Hatibû gotin, malbatên Kurd neçarî koçberiyê têne kirin, malên welatiyan têne dizîn, bi îşkence, revandin, dayîna fidye û hwd re rûbirû ne.

Di rapora novborî de hatibû diyarkirin, li girtîgehên Efrînê tundiya li ser jin û mêran hatiye belkgekirin û ji van tawanan û hemû binpêkirinan, dewleta Tirk berpirs e.

Parve bike: