Cîhan
Komîteya Destûra Sûriyê wê di civîna bê de rasterast madeyan gotûbêj bike
PeyamaKurd – Di civîna îro 8ê Kanûnê ya Opozîsyona Sûriyê (Îtilaf) a li Stenbolê ku Nasr el-Herîrî seroktiya wê dike de, derbarê hevdîtinên Cenevê yên gotûbêjên komîteya destûra nû ya Sûriyê de nirxandin hatin kirin.
Di civîna opozîsyonê de Hevserokê Komîteya Destûrê Hadî el-Behra bal kişand ser vekişîna şanda rejîma Sûriyê ji danûstandinên Cenevê yên Komîteya Destûrê û ragihand, aliyan li hev kiriy 25ê Kanûna îsal Komîteya Destûrê car din bicive.
Behra herwiha got, wê di civîna bê de madeyên destûrê rasterast werin gotûbêjkirin.