TR KU SO
FB X
Cîhan

KONDA: Hejmara kesên xwe Kurd dibînin 2 qatan zêde bûye

Admin H
Nivîskar
📅 02 berfanbar 2019 21:06

PeyamaKurd – Kompaniya lêkolîn û rapirsînên civakî li Tirkiyê KONDAyê, li 36 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê lêkolîneke rapirsînê çêkir û tê de derket holê ku hejmara kesên ku xwe weke Kurd dibînin 2 caran zêdetir bûye.

KONDAyê rapora xwe ya ‘Lêkolîna Li Ser Şêwazên Jiyanê’ ya 2018an belav kir. Rapora ku ji 174 rûpelan pêk tê, heyama 31ê Adarê-1ê Nîsana 2018an li xwe digire û li 36 bajaran bi 5793an kesan re rûbirû li malên wan hevdîtin hatine kirin.

Di lêkolînê de siyaset, ol, kevneşopî, nirxên giştî, tirs û mijarên din ên ku têkildar bi mirovan re li ser bingeha ‘zayenda civakî’ hatine nirxandin.

Di çarçova wê lêkolînê de, pirsa, ‘Em hemû hemwelatiyên Komara Tirkiyê ne, lê dibe em ji nijadên cuda bin; Hûn xwe û nasnama xwe çawa dizanin û çawa hest pê dikin?’ ji xelkê ku beşdarî rapirsînê bûne hatiye pirsîn û ji sedî 16ê wan xwe weke Kurd daye naskirin ku ev rêje di nav jin û mêran de weke hev hatiye tomarkirin.

Dîsa di raporê de tê gotin, “Rêjeya Ereban jî derdora ji sedî 3ê ye. Di nav rêjeya ‘jinên malê’ de jî kesên ku xwe weke Kurd dibînin, ji sedî 19 ne.” Herwiha li gorî wê lêkolînê zêdetir ji sê ji çaran xwe weke ‘Tirk’ dibînin.

KONDA di vê lêkolîna xwe de, li ser sedemên zêdebûna rêjeya ‘kesên ku xwe weke Kurd dibînin’ radiweste û dibêje, “Di heyama 10 salên dawî de rêjeya kesên ku xwe weke Kurd dibînin bi qasî 2 caran zêdetir bûye. Yek ji sedeman zêdebûna nifûsê be jî lê em di wê baweriyê de ne ku, naskirina nasnameya Kurd û eşkerekirina wê bi awayekî rehettir, sedemên sereke ne.”

Parve bike: