Kongra Amerîka ji Miçotakis re 3 deqe li çepika xist
PeyamaKurd – Serokwezîrê Yûnanistanê Kiryakos Miçotakis, li Amerîkayê bi Joe Biden re hevdîtin kir û paşî li Kongra Amerîkayê axaftinekî kir di axaftina xwe de Tirkiyê xist hedefa xwe û got ku Tirkiye tewrekî provokatîv datîne ortê. Miçotakis, ragihand ku Tirkiye seha Yûnan ya hewayî gelek caran îhlal kiriye û Yûnan li Kibrisê çareseriya avakirina du dewletan qebûl nake. Piştî axaftina serokwezîr Miçotakis endamên kongra Amerîkayê li piya bi qederê 3 deqe li çepika xistin.
Diaxaftina kongre de Miçotakis her weha got ku ew li hemberê Rûsyayê bi Ûkraynane û destekê didin endamtiya Îsweç û Fînlandiyayê ya ji bo endamtiya NATO yê.
Biden, Miçotakis û hevjîna wî li Koşka Sipî kir mêvan û resepsiyonekî da. 201 em salvegera danîna têkiliyan di navbera her dû dewletan de pîroz kirin û Biden ragihand ku Yûnan hevkarekî girîng yê Amerîkaye.