Cîhan
Konseya Ewropa wê cezakirina Tirkiyê gotûbêj bike
PeyamaKurd - Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, îro 30yê Mijdarê ji bo gotûbêjkirina rewşa Tirkiyê û gotûbêjkirina cezayan bi ser Tirkiyê de dicive.
Tirkiyê biryara DMME ji bo berdana Osman Kavala û Selahattîn Demirtaş bi cih nekiriye û dibe ku li hemberî Tirkiyê dest bi proseya binpêkirinê bê kirin û hin ceza bo Tirkiyê bên dayîn.
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dê li Strasbourgê dicive û balyozên 47 welatên endamên Konseya Ewrûopayê beşdar dibin.
Çav li rê ye biryara binpêkirina prosedûrê li hemberî Tirkiyê were wergirtin û heta dawiya hefteyê jî were eşkerekirin ku civîna naborî du rojan dom dike.
Hêjayî gotinê ye, yek ji mijara gotûbêjan jî destpêkirina proseya derxistina Tirkiyê ji Konseya Ewropayê ye.