Kore pêdiviyên fabrika kîmyewî disîne Sûriyê
Kore ya Bakûr pêdiviyên fabrîka sîlihên kîmyewî bo Sûriyê dişîne. Çekên kîmyewî di şerê Xûta Rojhilat de û lig elek deverên din ji aliyê Sûriyê ve tê bikaranîn.
Medya Amerîka, raporên pisporên Neteweyên Hevgirtî ji xwe re kirin delîl û ragihandin ku Kore amdekariya alavên di avakirina fabrîka çekên kîmyewî de bên bikaranîn, amade dike.
Nûçe, di rojnameyên weka New York Times, Washington Post û Wall Street Journel de hat belavkirin. Li gor raporê alavên ku Kore bo Sûriyê şandiye, di nava wan de, kîremîdên ku li hember asît diberxwe didin, vana, borî û termometre hene. Hat ragihandin ku kîremîd tenê bo avakirina fabrîka sîlihên kîmyewî tê bikaranîn.
Alavên ku hatine şandin, li deftera nehatine qeydkirin û di salên navbera 2012 û 2017an de, 40 cara sewqiyat hatiye kirin. Keştiyên ku şandine, di wan de perçeyên fuzeyên balîstîk yên qedexe, alavên bi armanca sîvîl û leşkerî dikaribin bikarbînin hene. Ev ragihandin ji aliyê NYTê ve hat dayîn.
Wall Street Journal jî dibêje bo avakirina fabrîkeyeka çekên kîmyewî ji Kore ya Bakûr 50 ton malzeme hatine şandin. Di rapora NH de şîrketeka Çînê ku li ser hesabê Koreyê dixebite, di dawiya sala 2016an de û di serê sala sala 2017an de, 5 keştî alav şandiye Sûriyê.
Hem di raporê de hatiye gortin ku bo avakirina fabrîqê û tesîsa fuzeyan, teknîsyenên Koreyî hatine dîtin. Lê dewleta Sûriyê dibêje ku ew sporvan û perwerdekarên wan jî di nava wan de ne.