TR KU SO
FB X
Cîhan

Koreya Bakur bi serikên misketê fuzeyên balîstik ceriband

Admin H
Nivîskar
📅 01 mijdar 2026 16:37

PeyamaKurd - Korêya Bakûr ragihand ku wan serikên şer ên bi navê "Standart 2" ku ji bo fûzeyên taktîkî yên balîstîk hatine çêkirin û ji bombeyên mîsketê pêk tê, ceribandiye.

Li gorî daxuyaniya rêveberiya Pyongyangê, ev serikê şerî xwediyê wê hêzê ye ku rûbereke di navbera 120 hezar û 130 hezar metreçargoşeyî de bike çol û xwelî.

Ev ceribandin di bin çavdêriya endamê Komîsyona Leşkerî ya Navendî ya Partiya Karkerên Korêyê General Kim Jong Sik de hat encamdan.

Berpirsê Giştî ê Îdareya Fûzeyan ê Korêya Bakûr diyar kir ku ew serikên şerî yên bombeyên mîsketê dikin çar kategoriyên cuda û hate ragihandin ku ev çekên nû dê heta dawiya salê radestî hemû yekîneyên leşkerî werin kirin.

Parve bike: