TR KU SO
FB X
Cîhan

Koreya Bakur: Ew tetbîqat, provaya ser e!

Ruken güler
Nivîskar
📅 06 nîsan 2023 19:30

PeyamaKurd- Ajansa fermî ya nûçeyan a Koreya Bakur KCNA ragihand ku Koreya Bakur, tetbîqatên leşkerî yên hevpar ên Amerîka û Koreya Başûr wekî "provaya şer" pênase kir û hat diyarkirin ku ew ê li dijî tetbîqatan, gavên "êrîşkar" bihavêjin.

Pisporê Ewlekariya navneteweyî yê Koreya Bakur Choe Ju-hyon ku nêrînên wî di nûçeyê de cih girtin, got ku

"Di pêşengiya Amerîkayê de tole û provokasyonên leşkerî sînorê toleransê derbas kirine.”

Choe diyar kir ku tetbîqatên Amerîka û Koreya Başûr û şandina samanên serbazî yên Amerîkî ji bo nîvgirava Koreyê, herêm veguherandibû "cebilxaneyeke ku di her kêliyê de biteqe."

Choe, tetbîqata heyî ya Amerîka, Koreya Bakur û Japonyayê, wekî "pençeşêra ji bo aştiya cîhanê" pênase kir û got ku "Koreya Bakur, di mîsyonên xeternak de bi kiryarên xwe yên êrîşkar, dê pêşgiriya xwe ya şer nîşan bide."

Parve bike: