TR KU SO
FB X
Cîhan

Koreya Bakur, Îsraîl tawanbar kir

Ruken güler
Nivîskar
📅 10 cotmeh 2023 16:30

PeyamaKurd- Medyaya dewletê ya Koreya Bakur diyar kir ku zêdebûna pevçûnên bi komên Filistînî re "encama kiryarên sûcdar ên berdewam ên Îsraîlê ye."

Li gorî nûçeya Yonhapê, Partiya Karkeran a desthilatdar, gotara ku li Rodong Sinmunê dabû, di medyaya Komîteya Navendî ya Partiyê de weşand û di mijara Hamas û Îsraîlê de hat gotin ku

 "Civaka navneteweyî di wê baweriyê de ye ku pevçûn encama kiryarên sûcdar ên berdewam ên Îsraîlê yên li dijî gelê Filistînê ye. Çareseriya sereke, dewleta serbixwe ya Filistînê ye.”

Di şerê navbera Hamas û Îsraîlê de bi hezaran roket ji Xezayê ber bi Îsraîlê ve hatibûn havêtin, komên çekdar ên Filistînî havêtibûn ser Deriyê Sînor ê Beyt Hanûn-Erezê yê li ser sînorê Xeza û Îsraîlê û komên çekdar ji vir û bi şûn de ketibûn nav niştecihên Îsraîlê.

Parve bike: