TR KU SO
FB X
Cîhan

Koreya Basûr di koronavîrusê de vegeriya serî!

Admin H
Nivîskar
📅 28 gulan 2020 20:16

PeyamaKurd - Koreya Başûr ku yek ji welatên herî serkeftî bû di rûbirûbûn û kontrolkirina vîrusa koronaya nû Covid-19 de û wekî mînak dihat nîşandan dîsa vegeriya serî.

Li gorî amarên 24 saetên dawî li Koreya Başûr 79 kes bi vîrusa koronayê ketine ku ev di nav 50 rojên dawî de hejmara herî zêde ye.

Koreya Başûr, yek ji welatên ku herî zêde testên koronayê li gorî serjimariya xwe dike ye û bi tedbîrên xwe bûbû mînak ji hemû cîhanê re. Lê belê Koreya Başûr tedbîrên koronayê vê dawiyê sist kiribûn; kargeh, muzexane û dêr ji nû ve hatibûn vekirin.

Li gorî amarên Zanîngeha Johns Hopkins a Amerîkî berhev kirine, li Koreya Başûr heta niha zêdetirî 11 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 269 kesan jî can daye.

Parve bike: