TR KU SO
FB X
Cîhan

Koska Spî: Trump soz nedaye Tirkiyê

Admin H
Nivîskar
📅 18 berfanbar 2018 20:24

PeyamaKurd - Rayedarekî Koşka Spî ya Amerîkayê li ser daxuyaniyên Tirkiyê yên radestkirina Fethullah Gulen bo Tirkiyê diyar kir ku ‘Trump derbarê radestkirina Gulen de soz nedaye’.

Li gor nûçeya Reutersê rayedarekî pilebind ê Koşka Spî ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump li Lutkeya G-20an a Arjantînê soza radestkirina Gulen nedaye Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan.

 Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu dabû xuyakirin ku Amerîka amadekariya radestkirina Gulen û 84 kesên endamên FETOyê dike.

Parve bike: