TR KU SO
FB X
Cîhan

Krîza rehîneyan bû sedema 3 kustiyan

Admin M
Nivîskar
📅 01 hezîran 2019 00:28

PeyamaKurd- Li welatê Îswîçreyê (Swîsra) li bajarê Zurîhê kesekî 60 salî du jinan dîl girt. Zilamî 60 salî di serê sibê de her dû jinan rehîne girtibû. Li ser bûyerê gelek polîs hatin sewqkirin bo ciyê bûyerê lê kesê ku jinan dîl girtibû nexwest polîs li wê derê bimîne û xwest wê derê terk birin. Piştî 3 sietan zilam bo polîsan got ku wê teslîm bibe lê dengê 3 guleyan hat.

Polîs avêt ser avahiyê û her sê kesan birîndar dît. Birînên wan xedar bûn û bê ku wan bibin nexweşxanê, her sê li ciyê bûyerê mirin. Polîs sîliha ku pê kuştin hat kirin dît lê di derbarê sedema bûyerê, navan û neteweya wan de çi agahî neda. Temenê her dû jinan 24 û 28 e.

Parve bike: