TR KU SO
FB X
Cîhan

Kurê Bexdadî hat kustin

Admin M
Nivîskar
📅 04 tîrmeh 2018 19:02

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku kurê serokê DEAŞê, kurê Ebûbekir Bexdadî, Hudeyfa el Bedrî li bajarê Humusê li Sûriyê hat kuştin. Li gor ragihandina ku di organa rêxistinê de hat beyankirin, kurê Bexdadî di şerê li dijî hêzên Sûriyê û Rûsyayê de hat kuştin.

Rêxistin bo propagandayê, ajansa Amaqê bikartîne û tê de dibêje El Bedrî di santraleka termîk de, li bajarê Hûmûsê hatiye kuştin. Di nûçeyê de dibêje; “El Bedrî di operasyona li dijî Nûsayrî û Rûsan de li bajarê Hûmûsê hat kuştin.”

Amaq wêneyê zarokekî ku di destê wî de sîlih heye belav kir. Kes nizane Bexdadî li ku derê ye, an sax e, ne saxe lê nûçeya di Amaqê de îşaret dide ku Bexdadî dijî.

Parve bike: