TR KU SO
FB X
Cîhan

Kuweyt: ‘Danûstandina Amerîka û Îranê dest pê kiriye’

Admin H
Nivîskar
📅 24 gulan 2019 18:21

PeyamaKurd – Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Kuweytê Xalid el-Carullah îdia kir ku di navbera Amerîka û Îranê de danûstandina li ser kêmkirina rageşiyê dest pê kiriye.

Carullah diyar kir ku di navbera Washington û Tehranê de danûstandin û tevgerek heye û got ku Wezîrê Derve yê Umanê  Yusuf bin Alewî çend danûstandin pêk anîne û destnîşan kir ku ew bawer dikin dê rêya aqil bi ser bikeve.

Rayedarê Kuweytê bi bîr xist ku hlerdu aliyên Amerîka û Îran di daxuyaniyên xwe de dibêjin, ew ne daxwazkarên şer in û ev jî ji bo kontrolkirina xeteriyên li ser herêmê hêviyê dide.

Parve bike: