Kuweytê 24 saet dem da 2 dîplomatên Îranî
PeyamaKurd - Kuweytê ji ber êrîşên bi moşekên balîstîk û balafirên bêpîlot (drone) ên ku şeva borî li ser xaka wê hatin kirin, biryarên tund ên dîplomatîk li dijî Tehranê wergirtin.
Wezareta Derve ya Kuweytê Maslahatguzarê Balyozxaneya Îranê Hamed Hamid Yaqoubi Far gazî wezaretê kir û notayeke fermî ya şermezarkirinê da destê wî.
Herwiha Kuweytê hejmara personelên dîplomatîk ên Îranê jî kêm kiriye û du dîplomatên Îranî wekî “kesên nexwestî” (persona non grata) ragihand û ferman da wan ku di nava 24 saetan de xaka welat biterikînin.
Di êrîşa asmanî de kuştî û birîndar hene
Wezareta Tenduristiyê ya Kuweytê ragihandiye ku di encama teqîn û rûdanên êrîşê de sivîlekî jiyana xwe ji dest daye û herî kêm 63 kesên ku di nav wan de karkerên balafirgehê û rêwî jî hene, birîndar bûne.
Herwiha Wezareta Parastinê ya Kuweytê jî ragihand ku 13 moşekên balîstîk û 17 dronên Îranê dema êrîşê hatine têkşikandin.