Kuweytê êrîşa ser ofîsa serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar kir
PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya welatê Kuweytê îro daxwuyaniyekî fermî li ser êrîşên ser Herêma Kurdistanê yên ser ofîsa serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya Mesrûr Barzanî û ser mala serokê ajansa Parastina Herêma Kurdistanê da. Wezaretê êrîşa ser her dû dezgeyên Kurdistanê şermezar kir.
Wezaretê ragihand ku Kuweyt desthilata Iraqê, ewlehiya wê û her cûre kiryarên ku îstîqrara Iraqê îhlal bike qebûl nake û got ku li gor hûqûqa navdewletî, pêwiste herkes rêz li desthilata dewletan û yekîtiya axa welatan bigre.
Di daxwuyaniya Kuweytê de hat gotin ku di 6 mehên şer de Îran bi dronan û fuzeyan herî zêde li Herêma Kurdistanê xistiye û ev jî rewşekî taybete.
Lê Kuweyt jî her weha bi sedan caran ketiye ber êrîşên Îranê û di 3 Hezîrana 2026an de bi dronan êrîşê balafirgeha Kuweytê kiriye, di encamê de kesekî miriye, 60 kes birîndar bûne û sîstema bergiriya hewayî her carê xebitiye û ber li êrîşan girtiye.