Cîhan
Lahey dest bi doza Îran-Amerîkayê kir
PeyamaKurd- Piştî ku Amerîka dev ji peymana nukleerî ya navdewletî ya Îranê vekişiya, Îran li Laheyê li Dîwana Dadweriyê ya Navdewletî doz li dijî Amerîkayê vekiribû û niha ev doz destpêkir.
Navenda DDN yê li payîtexta Hollandayê li Laheyê ye û wê li gilî û gazinên Îranê yên di derbarê peymanê de guhdarî bike.Îran dibêje ku dorpêçên ser Îranê li gor peymana 1955an ya di navbera her dû dewletan de ku “peymana dostaniyê” ye, nabe ku dorpêç heya dawiya dozê dewam bikin.