Lapid: Hîzbûllahê berê bi hezaran fuzeyan daye ser Îsraîlê
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid bi seredanekî fermî çû Parîsê û ji aliyê serokê Fransayê Emmanuel Macron ve hat pêşwazîkirin. Berya civîna her dû lîderan, her dû lîder derketin ber çapemeniyê. Macron ragihand ku bernama nukleerî ya Îranê û xebatên Îranê yên di herêmê de hem bandorê li der û dora Îsraîlê dike û hem di nav krîzên ku bandorê li berjewendiyên Fransa û dewletên Awrûpayê dike de ye. Macron ragihand ku ew dixwazin hevdîtinên li ser bernama nukleerî li ser esasên berê bi dawî were û herkes li pey here. Macron weha got:
“Em û Îsraîlê hemfikrin ku bi vê peymanê ber li xebatên Îranê yên ku bêîstiqrariyê diafirînin têr nake. Lê divê em vê peymanê biparêzin. Divê KOEP bi muzakereyên bi Îranê re yên li ser xebatên herêmî û balîstîk re temam bibe. Pêwendiyên Îsraîlê û gelek welatiyên Ereb baş bûne û ev jî destekê dide îstîqrar û asayîşa herêmê.
Divê mijara Fîlîstînê çareseriya ku ewlehiya Îsraîlê çêdike û hem berjewendiyên xelkê Fîlîstînê têde be, divê bê şareserkirin û mijarên din bişopîne. Ti alternatîv ji bo destpêkirina diyaloga siyasî ya navbera Îsraîlê û Fîlîstînê tineye. Em ji bo alîkariyê amade ne.
Her tişta ku hevdîtinên ji bo çareserkirina sînorên deryayê yê navbera Îsraîlê û Lubnanê asteng bike divê mirov jê bireve.”
Serokwezîrê Îsraîlê Lapid jî got ku Îran peymana KOEP ê îhlal dike, bernama nukleerî berfireh dike û dewam dike, ji dinyayê agahiyan vedişêre û weha got:
“Hîzbûllahê di 2 yê temmûzê de bi 3 balafirên bêmirov êrîşê ser seha deryayê kir. Niha di destê Hîzbûllahê de ji hezarî zêdetir fuze hene ku berê wan dane ser Îsraîlê.”