TR KU SO
FB X
Cîhan

Lavrov: % 90 ê Idlibê di destê rêxistinên terorîst de ye

Admin M
Nivîskar
📅 21 tebax 2019 04:00

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku berê rêxistinên terorîst % 50 yê Idlibê kontrol dikirin lê niha ji noqteyên çavdêriyê êrîş tên kirin û %90 ê Idlibê di destê wan rêxstinên terorîst de ye. Lavrov piştî ku bi wezîrê karên derve yê Ganayê re hevdîtin kir, pêre derket ber çapemeniyê û behsa Idlibê kir.

Lavrov ragihand ku li Idlibê leşkerên Rûsyayê hene û bi artêşa Sûriyê re tevdigerin. Wezîr got ku noqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê berê li Idlibê hatine avakirin û nikarin leystikên terorîstan têkbibin. Hem gelek caran terorîst êrîşê birine ser baregeha Rûsyayê ya li Hmeymimê û weha dewam kir:

“ Me ji Tirkiyê re got ku em ê mîlîtanên li Idlibê îmha bikin. Hevdîtinên artêşa Rûsya û Tirkiyê di mijarê de dewam dikin.”

Parve bike: