TR KU SO
FB X
Cîhan

Lavrov: “Amerîka bi dolarî her kesî ceza dike!”

Admin V
Nivîskar
📅 05 îlon 2018 18:00

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got ku Amerîka ji bo cezakirinê dolarên xwe bi kar tîne.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji çapemeniya Rûsyayê re li ser dolarên Amerîkayê axivî û got ku Amerîka dolarên xwe ji bo cezakirina dewletên dî bi kar tîne.

Lavrov wiha dewam kir: “Dolar sîstema dowîz û fînansa navnetewî ye. Ev rast e? Belê rast e. Her kesî ev qebûl kir. Em di salan bi vê qaîdeyê jîn. Me hêvî kir ku Amerîka wekî xwediyê dowîza bingehîn, berpirsiyariyên xwe bîne cih. Lê belê niha Washington dolarî ji bo cezakirina dewletan bi kar tîne. Êdî ne tenê kesekî ceza dikin. Kesên ku têkiliyên wan bi yê sûcdar re hebin, wan jî ceza dikin.”

Parve bike: