TR KU SO
FB X
Cîhan

Lavrov diçe seredana welatên Afrîka

Admin M
Nivîskar
📅 24 tîrmeh 2022 04:19

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji bo seredanên fermî çû welatên Afrîkayê û seredana xwe ya ewilî ji bo Misrê kir. Berdevka wezaretê Zaharova ragihand ku wê li Misrê bi rêvebirên Misrê hevdîtinan bike.

Lavrov berê jî ragihandibû ku wê ji bo 5 rojan here welatên Afrîka. Lavrov wê piştî Misrê here Etîyopya, Ûganda û Kongoyê. Wê roja pênşemê gera xwe bi dawî bike. Lavrov li welatên Afrîkayê wê li ser mijarên navdewletî, herêmî û li ser têkiliyên dualî dan û sitendinan bike.

Parve bike: