Cîhan
Lavrov îdia kir ku leskerên kirêkirî bo Ûkraynayê hatine sandin!
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îdia kir ku leşkerên kirêkirî ji Kosova, Arnawid û Bosnayê bo Donbas a Ûkraynayê hatine şandin.
Lavrov ji medya rûsî re axivî û îdia kir ku ji welatên Balkanan leşkerên bi pere yên kirêkirî bo Donbas a Ûkraynayê hatine şandin û ew niha hewil didin agahiyên xwe kontrol bikin û piştrast bikin.
Herwiha Lavrov li ser nûçeyên dagirkirina Ûkraynayê ji aliyê Rûsyayê ve jî got ku ew nûçe dûrî rastiyê ne, derew û propaganda ne.
Li ser hevdîtina ligel hemkarê xwe yê Amerîkayê Antony Blînken jî Lavrov diyar kir ku wan biryar daye piştî Washington nameya wan a derbarê garantîyên ewlehiyê de binirxîne hevdîtinê bikin.
Lavrov herwiha got ku hevdîtineke wiha li gorî plan û berjewendiyên Rûsyayê ye.