Cîhan
Lavrov: Rêveberiya Samê hebûna leskerên Tirkiyê qebûl kir
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku rêveberiya rejîma Sûriyê hebûna leşkerî ya Tirkiyê ligel Rûsya û Îranê qebûl kiriye.
Lavrov, piştî civîna li Cenevreyê ya bi Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di civîna rojnamevanî de, hebûn û vegera leşkerên Amerîkî bi hinceta parastina petrolê bi tundî rexne kir û got ku hebûna leşkerî ya welatên hevpeymaniyê û Amerîkayê li Sûriyê ne rewa ye.
Lavrov herwiha got, “Hempîşeyên me yên Amerîkî pozîsyona me baş dizanin. Emê vê sekna xwe berdewam bikin.”