Cîhan
Lavrov: ‘Serê li Sûriyê bi rastî jî bidawî bû’
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, ragihand ku ew di wê baweriyê de ye ku şerê Sûriyê bidawî bûye û pêwîstî bi pêşîgirtina krîza Sûriyê û Rojhilata Navîn a berdewam heye.
Lavrov ji rojnameya Trud axivî li ser mijara krîza Sûriyê wiha got:
“Şerê li Sûriyê bi rastî jî bidawî bû. Welat hêdî hêdî vedigere rewşa aramî û asayîbûnê. Li Idlibê û Rojhilatê Firatê tengavî û rageşiyên nayên kontrolkirin berdewam dikin.”
Wezîrê Rûsî herwiha diyar kir, ew di wê baweriyê de ne ku dê avakirina komîteya destûrê ji bo reforman û pêşxistina pêvajoya siyasî gaveke girîng be.