Lavrov û Blinken di 24 ê sibatê de dicivin
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken, di 24 ê sibatê de li Îswîçre li bajarê Cenevrê dicivin.
Serokê dewleta Rûsyayê Vladimir Putin di civîna Konseya Ewlehiyê de axifî. Putin weha got:
“ Pêşdeçûnên li Donbassê nîşan didin ku rêvebiriya niha ya Ûkraynayê xalên peymana Mînskê bicîh nayne. Eger Rûsya bi bûyera ku ‘Ûkrayna bibe endamê NATO yê’ re rû bi rû bimîne, wê talûka li ser welatê me bi awayekî ciddî zêde bibe.”
Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî weha ragihand:
“Me pêşniyar kir ku NATO bizivre ser rewşa xwe ya salên 1997 an. Ev pêşniyara me ji aliyê wan de nehat qebûlkirin. Pêşniyarên me ne ewin ku yek ji wan ji xwe re hilbijêrin. Endîşeyên me yên ewlehiyê ji xwe re şêlû dikin. Ez ê bi wezîrê karên derve yê Amerîkayê bi Antony Blinken re di 24 ê sibatê de li bajarê Cenewre ya Îswîçreyê bicivim.”