TR KU SO
FB X
Cîhan

Lavrov û Çavusoglu li ser Lîbyayê axifîn

Admin M
Nivîskar
📅 20 hezîran 2020 20:38

PeyamaKurd- Rûsya û Tirkiye li ser pirsgirêkên Lîbyayê, li du cepheyeên dijberê hevin. Îro wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu û wezîrê karên derve yê Rûsyayê Lavrov bi telefonê axifîn. Mijarên ku li ser wan axifîne; di serî de mijara Lîbyayê ye. Her dû wezîr her weha li ser têkiliyên duqolî, pandemî û tûrîzmê axifîne.

Her dû wezîr li ser mijara Lîbyayê, rewşa xwe ji hevre gotine û wê pêvajo çawa bimeşe bo hev dane zanîn. Berê jî wê heyeta Rûsyayê biçûya Ankara da li ser mijara Sûriyê biaxifin lê roja civîna xwe bi sedema pirsgirêka Lîbyayê bi paşde dabûn.

Li Lîbyayê Tirkiye piştgiriya hukumeta ku rewa tê qebûlkirin dike û Rûsya piştgiriya general Hafter dike.

Parve bike: